Redkirina tawanên Erdogan li dijî Rûsiyê li bara Lîbyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313294-redkirina_tawanên_erdogan_li_dijî_rûsiyê_li_bara_lîbyayê
Rûsiyê gotinên serokkomarê Tirkiyê li bara mudaxila Moskowê li Lîbyayê û mayîna eskerên rûs li pevçûnên vî welatê efrîqî red kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 17, 2020 13:33 Asia/Tehran
  • Redkirina tawanên Erdogan li dijî Rûsiyê li bara Lîbyayê

Rûsiyê gotinên serokkomarê Tirkiyê li bara mudaxila Moskowê li Lîbyayê û mayîna eskerên rûs li pevçûnên vî welatê efrîqî red kir.

 Li gorî rapora Sputnikê, Dîmîtrî Pêskov berdevkê Koşka Kirimlînê roja Duşemiyê li hember gotinên Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê derheq vê yekê ku ``Rûsiye di asteka herî bilind de li halê rêveberiya şêr li Lîbyayê ye`` û ev gotin derew da zanîn. 

Pêskov got: "Serokkomarê Rûsiyê tu fermanek têkildarî  şandina hêzên eskerî yên Rûsiyê bo Lîbyayê nedaye."

Qeyrana Lîbyayê ji Nîsana 2019`an va bi êrişa hêzên artêşa neteweyî ya ser bi general 'Xelîfe Hefter' ser Tirablosa paytext a di bin desthilata dewleta Wifaqa neteweyî aloz bû. 

 Îmarat, Erebistan, Misr û hin welatên ewrûpîm piştgiriya hêzên Hefter dikin. 

 Tirkiye jî piştgiriyê dide  dewleta Wifaqa Neteweyî bi serokatiya Faiz Sirac.