Leyla Guven: Huikûmeta Tirkiyê dê ji her riyekê ku bêyî Kurdan çûye vegere
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313284-leyla_guven_huikûmeta_tirkiyê_dê_ji_her_riyekê_ku_bêyî_kurdan_çûye_vegere
Parlementera Heakriyê li Parlimana Tirkiyê ji Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) got: Huikûmeta Tirkiyê dê ji her riyekê ku bêyî Kurdan çûye vegere.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 17, 2020 04:29 Asia/Tehran
  • Leyla Guven: Huikûmeta Tirkiyê dê ji her riyekê ku bêyî Kurdan çûye vegere

Parlementera Heakriyê li Parlimana Tirkiyê ji Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) got: Huikûmeta Tirkiyê dê ji her riyekê ku bêyî Kurdan çûye vegere.

Li gorî rapora Kurd Pressê, Leyla Guven, Parlementera Heakriyê li Parlimana Tirkiyê ji Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) tevî rexneya ji siyasetên Tirkiyê derheqê kurdan got: J niha û pêve tu kesek nikare bi berçavnegirtina kurdan siyasetê bimeşîne. Ewna ji Cenev, Astane û Sûçiyê vegeriyan. Ji niha û pêve, Huikûmeta Tirkiyê dê ji her riyekê ku bêyî Kurdan çûye vegere. Sala 2020an dê sala me ya bidestxistina serketinan be. Emê berovajiya xwesteka Erdoxan, Baxçelî û Qilîçdaroxlû vî karî bikin. Gellek kesên mîna Erdoxên hatine û çûne, lê ev gel hema wisa heye. Îro her tiştê ku heye ne girîng e, encam dê jibo me mezin be.

Guven her wiha bal kişande ser tecrîda li ser Ebdullah Ocalan di zîndana Îmraliyê da û got: Komploya ku dijî Ocalan heye, tenê komployeke taybetî Ocalan nîne û li dijî hemî miletê Tirkyê ye.. Niha gellek ji rêberên kurdan li Tirkiyê hatine girtin û zindanîkirin.