Kemal Kiliçdaroglu: Em kûrtirîn qeyrana dîroka komara Tirkîyê dibînin
Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkîyê got: Em kûrtirîn qeyrana dîroka komara Tirkîyê dibînin.
Kemal Kiliçdaroglu Serokê CHP amajeyî vê yekê kir ku li Tirkîyê 5 meseleyên sereke hene û got: Yekem meseleya Tirkîyê demokirasî ye ku pirsgirêkeke gellekî ciddî ye. Ya din pirsgirêka perwerdê ye. Perwerde bingeha her civakekê ye. Pirsgirêka sêyem sîyaseta derve ye. Em di demajoyekê de ne ku di sîyaseta derve da berdêlên gellekî giran didin.
Serokê CHP got ku pirsgirêka çaran jî aştîya civakî ye. Em li Tirkîyê jîyana hevpar a di aramîya tam de dixwazin. Nabe hîç kesek ji ber nasname, bawerî û fikir û şêwaza jîyana xwe pêrgî cihêrengîyê bibe. Heke roja îro Tirkîye di nav qeyraneke gellekî kûr da ye, encama sîyasîkirina abor, şêwaza jîyanê û meseleyên civakî ye. Pirsgirêka giring a din jî abor e.
Kiliçdaroglu herwiha pêgirî kir ku tu welatek bêyî pêşxistina demokirasîyê di warên din de li pêş neketiye. Heke biryar be ku Tirkîye li pêş bikeve û biratî û beranbrî hebe, rêya wê ji demokirasîyê derbas dibe.
Kemal Kiliçdaroglu Serokê CHP herwiha got: Em nika kûrtirîn qeyrana dîroka komara Tirkîyê dibînin. 7 milyon bêkar li welêt hene. Bi dehan hezar kesên xwendina zanîngehê teva kirine, bêkar in.