Di êrişeke asmanî de 8 gerîlayên PKKê hatin kuştin
Sibat 16, 2020 14:11 Asia/Tehran
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê di daxûyanîyekê de idia kir ku 8 gerîlayên PKKê li Xakurkê di encama êrişeke asmanî de canê xwe ji dest dane.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê derbarê êrişeke asmanî ya firokeyên wî welatî li herêma Xakurkê daxuyaniyek da û idia kir ku di wê êrişê de 8 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane. Her li gor wê daxuyaniyê yek ji wan gerîlayan bi navê ‘Harûn berpirsê ‘çalakî û sabotajan’ bûye.
Heta niha ji aliyê PKKê ve derbarê êrişa asmanî ya firokeyên Tirkiyê de zanyariyek nehatiye belavkirin.
Artêşa Tirkiyê ev heyamek e bi piştevaniya firokeyên şêrr li herêmên Xakurk, Metîna û deverên din ên Herêma Kurdistanê, li dijî hêzên PKKê operasyonan birêve dibe.