HDP: Sîyaseta Tirkîyê têkildarî Sûrîyê bûye sedema çaresernebûna mayinde ya pirsgirêkên vî welatî
Civata Navendî ya Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) ragihand ku sîyasetên Tirkîyê têkildarî Sûrîyê bûne sedema çaresernebûna mayinde ya pirsgirêkên vî welatî.
Civata Navendî ya Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) derbarê alûgurên navxweyî û derveyî civîya û piştî wê civînê di daxûyanîyekê de amajeyî alûgurên vê dawîyê yên Sûrîyê nemaze yên Idlibê kir û ragihand: Sîyaseta ku Tirkîyê digel zilhêzên navnetewî himberî Sûrîyê û alûgurên Idlibê girtîye ber xwe bûye sebeb ku qeyrana Sûrîyê û Idlibê ji qonaxê dûr keve, eva di halekî da ye ku çareserkirina mayinde ya meseleya Sûrîyê dê tenê bi yekitîya gelê Sûrîyê pêkan be.
Civata Navendî ya HDP di dewama daxûyanîya xwe da ragihand: Sîyasetên şer û pevçûnê nikarin tu çareserîyekê bînin. Divê tenêhîştina Ocalan were bidawîanînê û peyamên di çarçova çareserkirina vê mijarê de bidin civakê.