Li 10 bajaran zêdetirî 100 endam û rêveberên HDP'ê hatin girtin
Li 10 bajarên Tirkiyê polîsan ser malên endam û rêvebirên HDP'ê girtin ku di encamê de zêdetirî 100 rêvebir û endamên wê partiyê hatin girtin.
Li Wanê endamekî Meclîsa Partiyê ya HDP'ê di nav de 47 kes hatin girtin. Di serdagirtina malan de, hevserokên HDP yên navçeyên Rezan, Peyas û Yenîşehîrê jî gelek endamên wê partiyê hatin girtin.
Bajarên Wan û Amedê jî tê de li bajarên Dêrsim, Agirî, Mûş, Elezîz, Mêrdînê hejmara kesên ku hatine girtinê ji 100 kesî bihuriye. Piraniya wan jî endamên HDP û DBPê ne. Rêveberên HDPê jî vê pêla girtinê weke ‘operasyona qirkirinê’ bi nav dikin.
Hevserokê HDPê yê Amedê, Ziyad Ceylan li koma nûçegîhanan got: Hikûmeta Tirkiyê zilmê li endamên HDP'ê dike.
Wî herwiha diyar kir: “Tu hinceteke hiqûqî li gorî me tuneye. Hemû hevalên me ji ber kar û barên xwe yên partiyê têne binçavkirin an jî sûcdarkirin. Li gorî qanûna heyî jî tiştekî ku me pê tewanbar bikin tuneye. Lê nêzikahiyeke siyasî ya faşîzane li hemberî me heye. Li hemberî Kurdan, li hemberî partiya Kurdan, li hemberî HDPê zilmê dikin.”
Piraniya van kesan an bi tohmeta ‘alîkariya PKKê’ yan jî bi tohmeta li ser torên civakî ‘propagandaya PKKê’ kirine, hatine desteserkirin.