Tirkiye: Rewşa li Idlibê bandorê li rêkeftinama S-400'ê nake
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu ragihand ku nerînên cuda yên derbarê Sûriyê de bandorê li peywendiyên Tirkiye-Rûsyayê nakin û got:''Rewşa li Idlibê bandorê li rêkeftinama S-400'ê nake.''
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu di çarçoveya Konferansa Ewlehîyê ya Monîxê de ligel Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov civiya.
Çavuşoglu piştî wê civînê got: “Divê aloziya li navçeya Idliba Sûriyê û nerînên cuda yên derbarê vê mijarê de ligel Rûsyayê, bandorê li rêkeftinama kirîna sîstema berevaniyê ya S-400'ê nekin."
Li ser pirsa rojnamevanan gelo aloziya li Idlibê bandorê li rêkeftinama kirîna S-400'ê dike, Çavuşoglu got: "Na, ev du mijarên cuda ne."
Çavuşoglu da zanîn ku Tirkiye ligel ti welatekî ji ber nakokiyekê prensîp û siyaseta xwe naguherîne û got: "Divê rê neyê dayîn ku pirsgirêka Sûriyê peywendiyên navbera herdu welatan têk bide, ji ber vê yekê em bi hev re kar dikin."
Wezîrê Karên Derve yê Ûrsêtê Sergey lavrov jî dîyar kir: Peywendîyên Moskow-Enqerê baş in lê merc nîne ku em liser hemû babetan hevdeng bin û lihev bikin û berjewendîyên me li Sûrîyê me naxin rex Tirkîyê.