Tirkiye red dike gerên çavdêriyê li gel Rûsyayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313208-tirkiye_red_dike_gerên_çavdêriyê_li_gel_rûsyayê
Carek din Tirkiyê red kir, gerên çavdêriyê bi Rûsyayê re li Herêmên kurdî li Sûriyê birêve bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 14, 2020 15:31 Asia/Tehran
  • Tirkiye red dike gerên çavdêriyê li gel Rûsyayê

Carek din Tirkiyê red kir, gerên çavdêriyê bi Rûsyayê re li Herêmên kurdî li Sûriyê birêve bibe.

Ligor rapora Kurd Press`ê,  carek din gerek çavdêriya Rûsî li rojavayê Kobanî bêyî beşdariya Tirkiyê  birêve çû.

Piştî bûyerên derbarê Idlibê û berdewamiya operasiyona artêşa Sûriyê ya bi hevkariya Rûsyayê  li dijî terorîstên ku Tirkiye piştgiriya wan dike, eva cara çaran e ku Tirkiye li gerên çavdêriyê tev Rûsiyayê pişkdariyê nake ta ku nerazîbûna  xwe ji Miskovayê nîşan bide.

Li gor rapora Hawar News`ê, Hêzên Rûsiyayê ku li gor rêketina tev Tirkiyê qirar bû li rojavaya Kobanê gerekî hevpar tev hêzên Tirkiyê cih bînin, piştî çend saetan ku bi hêviya hêzên Tirkiyê man û ewna nehatin paşê wan bi tenê gera xwe ya çavdêriyê destpê kirin.