Tirkiyê hêzên taybet şandin Idlibê
Artêşa Tirkiyê hevgavê destdirêjiya ser axa Sûriyê li bara şandina hêzên taybet ên xwe bo Idlibê agahî da.
Li gorî rapora Mêhr News`ê, artêşa Tirkiyê roja pêncşemiyê li halekê ku hêzên vî welatî bi binpêkirina manîfesta NY êrişî ser axa Sûriyê kirine raghand ku hêzên taybet ên xwe li postên kontrola çavdêriya xwe li navça Idlibê bi cih kirine.
Ser vê esasê, yekînên zirihî di gel hêzên taybet ji navçên curbicure Tirkiyê ji riya navça Rêyhanliyê yên parêzgeha Hatayê hatin guhestin bo Sûriyê.
Fermanetiya hêzên çekdar her wiha îdia kir çend sîstemên avêtina mûşekan li sînorê Sûriyê bi cih kiriye.
Eva li halekê ye ku Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê çend saetan berî niha û li halekê ku hêzên vî welatî destdirêjiya axa Sûriyê kirine bi weşandina daxûyaniyekê îdia kir ku 55 kes ji hêzên sûrî li parêzgeha Idlibê kuştine.
Mehna pêkenî ya Enqerê li vê barê, ``mafê berevaniya rewa`` ya hêzên destdirêjkir ên welatê wî li axa Sûriyê ye.
Hêjayî gotinê ye ku bi pêşdeçûnên lezgîn ên artêşa Sûriyê li parêzgeha Idlibê bi taybet li nêzîkî bajarê Seraqibê û her wiha rojava û başûrê rojava Helebê, Şam li bara azadkirina hemî navçan ji lepên terorîstan û komên ser bi Tirkiyê cidîtir bûye.