Moskova: Ji ber ku Tirkiyê sozên xwe neanîn cih rewşa aloz bû
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi daxuyaniyekê ragihand: Ji ber ku Tirkiyê sozên xwe derheq cudakirina terorîstan ji opozosiyona Sûrî ceh neanîn rewş li Idlibê aloz bû.
Li gor IRNA, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand: Tirkiyê ji Terorîstên li Idlibê çek û wesayîtên şêr dişîne.
Di vê daxuyaniyê de îşareyî rewşa aloz a Idlibê bûye û tê de desnîşan bûye ku ev rewş di encama êrişên terorîstan ser deverê derdora Idlibê de pêk hatiye. Wezareta Paristinê ya Rûsyayê herwiha diyar kiriye ku komên terorîst û çekdarên neqanûnî ji derve tên piştgirî kirin û çek û sîlahên ber destê wan ji sînorê navbera Tirkiyê û Sûriyê derbasî devera ewleh a Idlibê bûne.
Di daxuyaniya Wezareta Paristinê ya Rûsyayê de hatiye eşkerakirin ku ji ber êrişên terorîstan ser deverên sûrî Artêşa Sûriyê neçar maye li Idlibê bersiva wan bide. Herwiha ji ber ku komên terorîst û çekdar li devera Idlibê xelkê deverê ji xwe re kirine mertala însanî, sivîlên vê deverê gelekê hatine êşandin û ji wan re karesat û bala çê bûye.
Berdevka wezareta derve ya Rûsya Maria Zakharova jî di kongreyek çapemeniyê de got: "Ji ber ku Tirkiye sozên xwe li gorî muzekereya Soçî ya 17`ê Îlona 2018`an neanîn cih, rewşa li Idlibê aloz bûye."