Ehmed Dawûdoglu bi tundî ji HDP rexne kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313137-ehmed_dawûdoglu_bi_tundî_ji_hdp_rexne_kir
Serokê Partîya Pêşerojê ya Tirkîyê got ku em dê tu wexta bi zêhnîyet û hizra HDP re lihev neyên.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 12, 2020 13:41 Asia/Tehran
  • Ehmed Dawûdoglu bi tundî ji HDP rexne kir

Serokê Partîya Pêşerojê ya Tirkîyê got ku em dê tu wexta bi zêhnîyet û hizra HDP re lihev neyên.

Ehmed Dawûdoglu Serokê Partîya Pêşerojê ya Tirkîyê amajeyî meseleya Kurdên Tirkîyê û demajoya muzakireyan a di navbera salên 20013-2015`ê de jibo çareserkirina meseleya Kurdên Tirkîyê kir û got: Receb Teyîb Erdogan demajoya muzakireyên aştîyê wek emanet siparte min. Jibo ku ew demajoya bidome min gellek hewil dan. Di dema Serokwezîrtîya xwe da li rastîyeke tel hesîyam. Ew jî eva bû ku ser navê demajoya muzakireyên aştîyê pergal û seruberîya giştî aloz dikirin.

Serokê Partîya Pêşerojê ya Tirkîyê idia kir ku HDP û rawêjkarên wê li Qendîlê piştî encamên hilbijartinên 7`ê Hezîranê qurre bûn û hewil dan ku Tirkîyê derbasî bereyeke têrorîstî bikin. Herçend ku HDP`yî wisan diaxivin ku tu dibê qey bê guneh in lê ew partîya himberî banga PKK ya lidarxistna opêrasyonên têrorîstî li Tirkîyê ya di Tîrmeha sala 2015`ê de bêdeng ma. Me jî di Tîrmeha sala 2015`ê de têkoşîneke teqil destpê kir.

Ehmed Dawûdoglu Serokê Partîya Pêşerojê ya Tirkîyê di dewama gotinên xwe da dîyar kir: Aşkira ye ku em dê hîç demekê bi hizra HDP re lihev neyên. Li Tirkîyê meseleyek bi navê meseleya Kurdan heye lê HDP divê navberê bixe di navbera xwe û PKK da.