Pervîn Buldan: Bila Tirkîye zûka desta ji Sûrîyê bikêşe
Hevseroka Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) ji ber bicihbûna leşkerên Tirkîyê li Sûrîyê rexne kir û got: Bila Tirkîye zûka desta ji Sûrîyê bikêşe.
Pervîn Buldan Hevseroka HDP`ê ku di civîna partîya xwe da li Parlimana Tirkîyê diaxivî, ji ber bicihbûna leşkerên Tirkîyê li Sûrîyê rexne kir û got: Dîsan nûçeyên kuştina serbazên Tirkîyê li Idlibê tên. Dewama veguhestina cenazeyan ji Sûrîyê bo Tirkîyê ku encama sîyasetên AKP- MHP ye, em hemî bi awayekî kûr nerehet û xemgîn kirine. Me çend caran di vî warî de hişyarî da lê guh nedanê. Tirkîye divê zûka desta ji Sûrîyê bikêşe.
Hevseroka HDP herwiha got ku dema em dijî pêşnumaya dayîna desthilatê bo hikûmetê jibo destwerdana di karên welatên cînar li Parlimanê de derketin, me pêşbînîya wan gişka kiribû. Me hikûmet hişyar kir lê, guh neda me.
Pervîn Buldanê herwha got: Meseleya Kurdan û meseleya Sûrîyê dê bi muzakireyên dîplomatîk bên çareserkirinê. Ez careka din pêgirîyê dikin ku meseleya dîrokî ya Kurdan ku meseleyeke aborî, civakî û sîyasî tê hesêb, bi inkqar, berçavnegirtin, sîyasetên emnî û tecrîdê çareser nabe.