Akar: Em dê bi awayekî xurt ûgiran bersiva êrişên Sûrîyê bidin
Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê hişyarî da ku leşkerên Artêşa Tirkîyê îzn û destûra wan heye himberî her êrişeke hêzên dewleta Sûrîyê ser nuqteyên leşkerî bersiveke xurt bidin.
Xulûsî Akar Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê di hevpeyvînekê ligel ajansa “Associated Press ” de got: 4 xalên çavdêriyê yên Tirkiyê li Idlibê ketine rûbera di bin kontrola artêşa Sûriyê de û eva di halekî da ye ku hêzên sûrî pêşdaçûna xwe himberî dawîn pêgeha serhildêrên neyarê wan didomînin.
Akar ku welatê wî pişkeke berfire ya axa Sûrîyê dagir kirîye herwiha pêgirî kir ku Tirkiye hêzên xwe ji xalên çavdêriyê yên li bakurê rojavayê Sûriyê venakişîne û wan ferman daye serbazên xwe, bersiva her êrîşekê bidin.
Li Idlibê 12 xalên çavdêriyê yên Tikiyê hene, Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Hulusî Akar berî çend rojan gotibû, ew xalên çavdêriyê têra xwe hatine amadekirin û ji bo her cure êrişê jî di amadebaşiyê de ne.