Dawûdoglu yê di hilbijartinên bê da pişikdar bibe
Sibat 12, 2020 04:19 Asia/Tehran
Dawûdoglu Wezîrê Karên Derve û Serokwezîrê berê yê Tirkîyê wê di hilbijartinên bê yên Serokomartîya wî welatî da pişikdar bibe.
Mistefa Nedîm Yemalî Cîgirê Serokê Partîya Pêşerojê (Gelecek Partisi) ragihand ku Dawûdoglu Wezîrê Karên Derve û Serokwezîrê berê yê Tirkîyê dixwaze di hilbijartinên bê yên Serokomartîya wî welatî da pişikdar bibe.
Mistefa Nedîm Yemalî herwiha got ku Partîya Pêşerojê çavlirê ye gelê Tirkîyê di sala 2023`yê de Serokomarekî nû hilbijêre.
Dawûdoglu ku ji sala 2009`ê heta sala 2014`ê Wezîrê Karên Derve û 2 salan jî Serokwezîrê Tirkîyê bû, yek ji hevpeymanên sereke yên Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê û bi curekê têorîsîyenê sîyaseta derve ya wî welatî dihat hesêb.