Pervîn Buldan: Hikûmetê derbarê girtiyên nexweş de soz dabû
Hevserokê HDPê got: “Li Tirkiyê tawanbar û bikuj azad in lê siyasetmedar û welatiyên bêtawan zindanî ne” û got ku hikûmetê ji bo berdana girtiyên nexweş soz dabû, lê bicih neanî.
Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, li Ameda Kurdistana Tirkiyê , beşdarî kongreya Federasyona Komeleyên Hevkarî û Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran bû û gotarek pêşkêş kir û di wê gotara xwe de bi tundî li hikûmeta Tirkiyê rexne girtin û got, “AKP aştî û demokrasiyê dike qurbana berjewendî û desthilatdariya xwe ya siyasî.”
Pervîn Buldan herwiha amaje bi wê kir, “Bi hezaran siyasetmedarên aşitîxwaz zindanî ne, lê kesên ku Kurd komkuj kirine azad in. Ji şaredar û parlementeran û heta welatiyên asayî bi hezaran hevrêyên me zindanî ne. Em vê siyaseta ku dijmintiya Kurdan dike, qebûl nakin.”
Hevseroka HDPê amaje bi rewşa girtiyan jî kir û got, “Îro bi sedan girtiyên nexweş hene. Berdana girtiyên nexweş yek ji xalên pêvajoya çareseriyê bû. Yek ji mercên birêz Ocalan bû. Berpirsên hikûmetê gotibûn di demek nêzîk de dê girtiyên nexweş bên berdan. Lêbelê hîn girtiyên nexweş nehatine berdan. Em carek din bang dikin divê demildest girtiyên nexweş werin berdan û şert û mercên girtiyan werin başkirin û dawî li binpêkirina mafan were."