Şanda Rûsyayê li Enqerê bi rayedarên tirk re pirsa Idlibê gotûbêj dike
Şandeke Rûsyayê li Enqerê ye û li Wezareta Derve ya Tirkiyê ji bo mesela Sûriyê hevdîtinan ligel rayedarên Tirk dike. Lê ji ber hevdîtin û civîn li pişt deriyên girtî tên kirin ti hûrgiliyên zêde nayên bidestxistin.
Şanda bi Serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Verçinin, li Wezareta Derve ya Tirkiyê ligel şanda bi Serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Tirkiyê Sedat Onal civiya. Hat ragihandin ku di çarçoveya lihevkirina Soçiyê de pirsa Idlibê tê gotûbêjkirin.
Tê gotin ku hevdîtinên şanda Rûsî yên ligel rayedarên Tirkiyê dê berdewam bin.
Roja pêncşemê berdevkê serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalîn gotibû ku bi zûtî taximeke Rûsyayê serdana Tirkiyê dike ji bo gotûbêja ser Idlibê.
Piştî peywendiya telefonî ya navbera Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin biryar hatibû dayîn ku şandeke Rûsî serdana Enqerê bike.
Muhtemel e piştî vê serdanê serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan Erdogan bi serokomarê Rûsyayê Vladîmîr Putîn re hevdîtinekê pêk bîne.
Hevdîtin û civînên navbera şandên Rûsî û Tirkî di demekê de ne ku berî çend rojan 8 leşkerên Tirkiyê li Idlibê hatibûn kuştin û artêşa Sûriyê jî rêya M5 li sînorê parêzgeha Idlibê kontrol kiriye û li Rojavayê Helebê jî li ser heman rêyê şerên giran berdewam in.