Tirkiyê careka din liser Idlibê gef li Sûrîyê xwarin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313012-tirkiyê_careka_din_liser_idlibê_gef_li_sûrîyê_xwarin
Wezareta berevaniyê yê Tirkiyê di dewama gefên Enqerê li dijî paqijkirina tam a parêzgeha Idlibê ji teorîstan, îro şemiyê li bara bersiva xurt a vî welatî bo her cure êrişa ser hêzên Tirkiyê li Sûriyê hişyarî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 08, 2020 17:23 Asia/Tehran
  • Tirkiyê careka din liser Idlibê gef li Sûrîyê xwarin

Wezareta berevaniyê yê Tirkiyê di dewama gefên Enqerê li dijî paqijkirina tam a parêzgeha Idlibê ji teorîstan, îro şemiyê li bara bersiva xurt a vî welatî bo her cure êrişa ser hêzên Tirkiyê li Sûriyê hişyarî da.

Hevgavê pêşdeçûnên berfireh ên artêşa Sûriyê li Idlibê ku dawîn meqera terorîstên bereya El-Nusre ye, Enqerê îro careka din li bara êrişa ser hêzên Tirkiyê ku neqanûnî di Sûriyê de mane, hişyarî daye. 

Li gorî rapora  Anadolu News`ê, Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê li bara alûgurên Sûriyê,  gefa  bersiva qahêm li hêzên Şamê xwariye. 

Hişyarîdayîna vê wezaretxanê li halekê hatiye hilêxistin ku li rojên derbasbûyî hevgavê pêşdeçûnên artêşa Sûriyê bona  bidestxistina kontrola navçên di bin kontrola terorîstan li parêzgeha Idlibê, Tirkiye bi mehna berevaniya ji hêzên xwe li Sûriyê dest bi êrişên li dijî hêzên sûrî kiriye. 

 Wezareta berevaniyê ya Tirkiyê di eynî demê de bi daxûyaniyekê raghand ku 5 esker ji ber wergeryana  trimbêlên xwe li navça opersyona kaniya aşitiyê birîndar bûne.