Taxima rûsî jibo gotûbêja li bara Idlibê yê sefera Tirkiyê bike
Sibat 08, 2020 13:30 Asia/Tehran
Wezîrê derve yê Tirkiyê raghand ku taximek ji Rûsiyê bo gotûbêja li bara Idlibê sefera Tirkiyê dike.
Li gorî rapora Anadolu News`ê, Mewlûd çawûşoglu bal kişand ser vê yekê ku taxima rûsî bo gotûbêja li bara Idlibê li bakurê Sûriyê, 8 Sibatê dê sefera Tirkiyê bike û got: Her karek ku pêdivî be emê bona çareserkirina qeyranê û karesata însanî li Idlibê bikin.
Wezîrê derve yê Tirkiyê bal kişand ser rewşa xirab a însanî li navça Seraqeba Idlibê û îdia kir: Piraniya xelkê vê deverê ji ber êrişên Rejîma Esed aware bûne.
Çawûşoglu her wiha diyar kir. Me bi Rûsiyê û Îranê re bernama Astanê û Sûçiyê li dar xist û mebesta me ji damezrandina agirbesê li Sûriyê piştrastbûna ji dewama wê û hêsankariya li pêvajoya vê ya siyasî ye.