Taxima rûsî jibo gotûbêja li bara Idlibê yê sefera Tirkiyê bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i313005-taxima_rûsî_jibo_gotûbêja_li_bara_idlibê_yê_sefera_tirkiyê_bike
Wezîrê derve yê Tirkiyê raghand ku taximek ji Rûsiyê bo gotûbêja li bara Idlibê sefera Tirkiyê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 08, 2020 13:30 Asia/Tehran
  • Taxima rûsî jibo gotûbêja li bara Idlibê yê sefera Tirkiyê bike

Wezîrê derve yê Tirkiyê raghand ku taximek ji Rûsiyê bo gotûbêja li bara Idlibê sefera Tirkiyê dike.

 Li gorî rapora Anadolu News`ê, Mewlûd çawûşoglu bal kişand ser vê yekê ku taxima rûsî bo gotûbêja li bara Idlibê li bakurê Sûriyê, 8 Sibatê dê sefera Tirkiyê bike û got: Her karek ku pêdivî be emê bona çareserkirina qeyranê û karesata însanî li Idlibê bikin. 

 Wezîrê derve yê Tirkiyê bal kişand ser rewşa xirab a însanî li navça Seraqeba Idlibê û îdia kir: Piraniya xelkê vê deverê ji ber êrişên Rejîma Esed aware bûne. 

 Çawûşoglu her wiha diyar kir. Me bi Rûsiyê û Îranê re bernama Astanê û Sûçiyê li dar xist û mebesta me ji damezrandina agirbesê li Sûriyê piştrastbûna ji dewama wê û hêsankariya li pêvajoya vê ya siyasî ye.