Tirkiyê karwanekî din ê serbazî derbasî parêzgeha Idlibê kir
Bidû gurrbûna gêreyê di navbera Tirkîye û Sûrîyê de, Enqerê karwanekî nû yê alîkariyên serbazî ku ji 150 barhilgiran pêk hatibû ,ji deriyê Kifr Losîn derbasî parêzgeha Idlibê kir.
Li gorî medya Opozisyona Sûriyê, ew karwana ji hêzên Komando, tank, zêrêhpûş û sîstema berevaniyê pêk hatîye.
Di hefteyekê de Tirkiyê 700 maşîn û barhilgirên tijî alavên serbazî derbasî Idlibê kirine.
Piştî rûdana aloziyan li derdora Idlibê û êrîşa artêşa Sûriye ser hêzên Tirkiye û kuştina gelek serbazên wan, rewş li deverê gelek metirsîdar bû û Tirkiye hêzên nû dişîne herêmê.
Ji hêla din ve, Artêşa Tirkiyê gundewarên Til Temirê topbaran kirin û li gorî zanyariyên medya nêzîkî HSD, di encama êrîş û topbaranê de li wê navçeyê, 6 şervanan canê xwe jidest dane û herwiha ziyaneke mezin a madî li wê deverê ketîye.