Leyla Guven: Bilî HDP tu partîyekê projeyek jibo çareserkirina meseleya Kurdan tineye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312979-leyla_guven_bilî_hdp_tu_partîyekê_projeyek_jibo_çareserkirina_meseleya_kurdan_tineye
Nunera Colemêrgê li Parlimana Tirkîyê ser bi Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) got ku bilî HDP tu partîyekê projeyek jibo çareserkirina meseleya Kurdan tineye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 07, 2020 16:07 Asia/Tehran
  • Leyla Guven: Bilî HDP tu partîyekê projeyek jibo çareserkirina meseleya Kurdan tineye

Nunera Colemêrgê li Parlimana Tirkîyê ser bi Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) got ku bilî HDP tu partîyekê projeyek jibo çareserkirina meseleya Kurdan tineye.

Leyla Guven Nunera Colemêrgê li Parlimana Tirkîyê amajeyî meseleya Kurdan li Tirkîyê kir û got: Ez pêgirîyê dikim ku tecrîda ser Ocalan divê were bidawîanînê. Bilî HDP tu partîyekê projeyek jibo çareserkirina meseleya Kurdan tineye. Em dixwazin Tirkîye bigihêje çareserîyeke dêmokiratîk. Ez basa partîyekê dikim ku bi hezaran endamên wê di zîndanan de ne. Ez basa gelekî dikim ku bi hezaran sal e ber xwe dide. Sibê heta êvarê basa Kurdan dikin lê hîç Kurdek di nav kadroyên wan de tine.

Leyla Guven Nunera Colemêrgê li Parlimana Tirkîyê got ku hikûmeta Tirkîyê pêgirîyê ser vê mesleyê dike ku li Tirkîyê meseleya Kurdan tineye, hûn çi qebûl bikin çi jî nekin, meseleya Kurdan li Tirkîyê yê bigihêje rêçareyeke dêmokiratîk. Ew dê herin. Tenê têrê dike ku em tê bikoşin. Dawîya vê lîstikê yê bicoş û heybet be. Em dê berxwedana himberî kesên ku li hemberî vê meseleyê disekinin bidomînin.