HDP: Divê Tirkiye bê şert û merc ji Sûriyê derkeve
Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Gunay Kubilay siyaseta hikûmeta Tirkîyê ya derbarê Idlibê de rexne kir û got: “Divê Tirkiye bê şert û merc ji nav axa Sûriyê derkeve. Rê li ber pêvajoyeke demokratîk a siyasî veke û herwiha rêzê li mafê diyarkirina çarenivîsa xwe ya gelên Sûriyê bigire.”
Berdevkê HDPê, Gunay Kubilay îro li Enqerê di axavtina xwe de kesên di jêrzemînên qedexeya derketina derve ya li navçeya Cizîra Şirnexê de canê xwe ji dest dabûn, bibîr anîn û got: “Çar salan berî nika rojek wek îro li jêrzemînên Cizîrê 189 mirov hatin şewitandin û kuştin. Bêguman gelek gotinên bo wê hovîtiya li Cizîrê hat kirin hene. Bawer bikin wê dîrok tiştên li Cizîrê qewimîn binivîse. Wê zarok û neviyên me navên Mehmet Tunç, Dayika Taybet û gelekên din li xwe bikin û nedin jibîrkirin. Hesabpirsîna van komkujiyan deynê stûyê me ye. Bila gumana tu kesî nebe. Em cangoriyên li Cizîrê ji bîr nakin û nadin jibîrkirin.”
Kubilay amaje bi karesatên xwezayî yên di van rojên dawî de jî kir û got: “Piştî erdheja li Xarpêt û Meletiyê, du rojan berî nika li navçeya Miksê ya Wanê heta niha 41 mirovan ji ber renîyê canê xwe ji dest dane. Di heman rojê de bûyerek xemgîn a qezaya firokeyê jî li Stenbolê qewimî. Em ji malbatên kesên di van bûyeran de canê xwe ji dest dane ra sersaxiyê dixwazin û ji birîndaran re jî şîfaya xêrê.”
Berdevkê HDPê bal kişand ser şer û pevçûnên li Idlibê jî û got: “Her roj şerê li wir metirsiyan zêde dike. Rewşeke metirsîdar li wir heye. Ji bilî yên li wir, çi karê Tirkiyê li wir heye? Çi karê leşkerên Tirkiyê li Idlibê heye? Hê berî çend rojan 8 serbazan canê xwe ji dest dan. Divê Erdogan eşkere bike ku wan leşkeran ji bo çi canê xwe ji dest dane û armanca Tirkiyê li wir çiye?. Dema di vê derbarê pirs ji Erdogan tên kirin, ew jî xwe aciz dike û nerazîbûnê nîşan dide. Em wek partiya sêyem a Meclîsê ku derbarê hebûna Tirkiyê ya li Idlibê ji Erdogan û AKPê nepirsin ma em dê ji kê bipirsin. Em dibêjin; divê bêşert û merc Tirkiye ji nav axa Sûriyê derkeve. Rê li ber pêvajoyeke demokratîk a siyasî veke û rêzê li mafê diyarkirina çarenivîsa xwe ya gelên Sûriyê bigire.”