Hejmara gorîyên jordaketina renîyê li Wanê jorda çû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312964-hejmara_gorîyên_jordaketina_renîyê_li_wanê_jorda_çû
Bi peydakirina 3 meytên din ji bin berf û renîyê li mêhwera Baxçeseray-Wanê, hejmara gorîyên vê bûyerê giheşte 41 kesî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 07, 2020 12:56 Asia/Tehran
  • Hejmara gorîyên jordaketina renîyê li Wanê jorda çû

Bi peydakirina 3 meytên din ji bin berf û renîyê li mêhwera Baxçeseray-Wanê, hejmara gorîyên vê bûyerê giheşte 41 kesî.

Ligorî dawîn agahîyên ku ji Sazîya Kontrolkirina Qeyranê ya Tirkîyê hatine bidestxistinê, bi peydakirina 3 meytên din ji bin berf û renîyê li mêhwera Baxçeseray-Wanê, hejmara gorîyên vê bûyerê giheşte 41 kesî.

Hewildanên komên hawargiheştin û rizgarkirinê, hêzên leşkerî û gelê herêmê jibo rizgarkirina asêbûyîyên di renîyê de heta derengîya şeva buhurî berdewam bûn ku di encamê de 30 kes bi saxî ji bin renîyê hatin derxistinê.

Dermankirina 25 kes ji 53 birîndarên wê bûyerê jî li nexweşxanên Wanê didome.