Çalakîyên sîyasî û endametîya partîyê jibo Selahedîn Demirtaş hatin qedexekirinê
Dezgeha Dadwerîya Tirkîyê bereberê kongira mezin a Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) çalakîyên sîyasî û endametîya partîyê jibo Selahedîn Demirtaş hevserokê berê yê wê partîyê qedexe kirin.
Di kêmtir ji 20 roj mayî bo lidarxistina kongira mezin a HDP li Enqerê, dadwerê dosîya Selahedîn Demirtaş bi hikmekî pêşîya çalakîyên sîyasî û endametîya li partîyê jibo wî girt û endametîya wî li HDP ku çav li rê bû di kongira mezin da ku yê di 23`yê Sibatê de weke endamê Civata Navendî were bijartinê ibtal kir.
Di rojên vê dawîyê de Demirtaş ji zîndana Edirnê va idiayên berbijarîyaq wî jibo posta hevserokatîya HDP ret kirin û paşê navê wî wek endamê nû yê Civata Navendî ya HDP ket rojevê lê nika bi vî hikmî pêşî li endametîya wî li Civata Navendî ya partîyê jî hat girtinê.