Çawuşoglu: Şandek ji Rûsyayê liser bûyerên Idlibê yê were Enqerê
Sibat 06, 2020 15:16 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawuşoglu ragihand, şandek ji Rûsyayê derbarê bûyerên vê dawiyê yên li Idlibê dê seredana Enqereyê bike.
Mewlud Çawuşoglu, Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê ragihand, ew pêşbînî dikin, ku Rûsya êrîşên artêşa Sûriyê li bakurê rojavayê Sûriyê rawestîne.
Bi gotina wî, derbarê bûyerên vê dawiyê li Idlibê şandek Rûsî dê seredana Enqereyê bike û ger pêwîst kir, Serokê Rûsyayê Vladimir Putin û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, yê piştî seredana şanda Rûsî ji bo Tirkiyê, bicivin.