Li Istenbolê balafira rêwîyan ji rê derket, kuştî û birîndar hene
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312920-li_istenbolê_balafira_rêwîyan_ji_rê_derket_kuştî_û_birîndar_hene
Li Balfirxaneya Sabîha Gokçen a Istenbolê, balafirek piştî ku daket ji rêya xwe derket û perçe bû.
(last modified 2024-10-07T14:32:38+00:00 )
Sibat 06, 2020 05:15 Asia/Tehran
  • Li Istenbolê balafira rêwîyan ji rê derket, kuştî û birîndar hene

Li Balfirxaneya Sabîha Gokçen a Istenbolê, balafirek piştî ku daket ji rêya xwe derket û perçe bû.

Li gor zanyariyan, ew balafira kompaniya Pegasusê ya hêla Îzmîr-Istenbolê, şeva buhurî piştî ku daket balafirxaneyê ji rê derket.

Ligorî agahîyan 6 jê xebatkar, 177 kes di balafirê de bûn û di encama bûyerê de 3 kesan canê xwe ji dest dane û 157 kes jî birîndar bûne.

Parêzgarê Istenbolê Alî Yerlîkaya jî derbarê bûyerê de li ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku birîndarê  bûyerê ji bo nexweşxaneyên li wî bajarî hatine veguhastin.

Wezîrê Guhestin û Binesaziyê Cahît Turhan jî piştrast kiriye ku balafir bi awayekî tund daketiye û ji ber wê yekê ji rêya xwe derketiye û di encamê de perçe bûye.

Rêveberiya Firokexaneya Sabîha Gokçenê jî biryara rawestandina geştên li wê firokexaneyê bi awayekî demkî, da.

Sazîya Geştên Esmanî ya Tirkiyê (Turkish Airlines) hemû geştên ji wê firokexaneyê ragirtin û veguhastin bo Balafirxaneya Istenbolê.