Hevserokê HDP: Hîndekariya bi zimanê dayîkê mafê herîbingehîn e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312916-hevserokê_hdp_hîndekariya_bi_zimanê_dayîkê_mafê_herîbingehîn_e
Hevserokê HDP siyasetên hikûmeta Tirkiyê li bara kurdan rexne kirin û got: Hîndekariya bi zimanê dayîkê mafê herîbingehîn e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 05, 2020 15:09 Asia/Tehran
  •  Hevserokê HDP: Hîndekariya bi zimanê dayîkê mafê herîbingehîn e

Hevserokê HDP siyasetên hikûmeta Tirkiyê li bara kurdan rexne kirin û got: Hîndekariya bi zimanê dayîkê mafê herîbingehîn e.

Hevserokê HDP got: Li Tirkiyê 25 milyon kurd dijîn. Her wek dizanin tişta ku aşitiya civakî dabîn dike dabînkirina hebûna hemî beşên curbicur ên civakê yan zimanê wan ê dayîkê ye, neku hûn nikarin aşitiya civakî dabîn bikin. Kurd ji dest dane ji ber îqtidarek li ser desthilatê ye ku zimanê kurdî binpê dike.

Sezayî Temellî got: Divê ji  vê îqtidarê rizgar bibin. Wextekê li vî welatî jandermeriya zimên hebû. niha jî hema ev berpirsiyariya qeyûmên kivşkirî bo şaredariyên kurdan girtine istûyê xwe. Heta li parlemanê jî nikarin zimanê kutdî tamul bikin, Hewl tê dayîn mafê axiftina bi zimanê zikmakî yê parlemanterên kurd ên Tirkiyê ji wan bistînin. Dema ku hevalên me li parlemanê bi kurdî diaxivin zimanê kurdî bi navê zimanê bê wate yan X didin nasandin.

Hevserokê HDP got: Hîndekariya  bi zimanê zikmakî mafê herî bingehîn  e loma hemî partiyên siyasî yên Tirkiyê li vê barê divê bi hestyarî reftarê bikin.