Tirkîyê êrişî çeperên Artêşa Sûrîyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312889-tirkîyê_êrişî_çeperên_artêşa_sûrîyê_kir
Artêşa Tirkîyê bi topan êrişî çeperên Artêşa Sûrîyê li parêzgehên Idlib û Helebê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 05, 2020 04:02 Asia/Tehran
  • Tirkîyê êrişî çeperên Artêşa Sûrîyê kir

Artêşa Tirkîyê bi topan êrişî çeperên Artêşa Sûrîyê li parêzgehên Idlib û Helebê kir.

Televîzyona Hikûmeta Tirkîyê ragihand ku Artêşa vî welatî çeperên Artêşa Sûrîyê li derdora başûra Idlibê û derdora rojava û bakura Helebê dan ber topan.

Hela derbarê xisra, kuştî û birîndarên ihtimalî yên wê êrişê de tu raporek belav nebûye.

Bidû binpêkirina berdewam a agirbesê ji hêla têrorîstan ve li parêzgeha Idlibê, Artêşa Sûrîyê ji çend rojan berî nika ve pêşdaçûna xwe ber bi wê parêzgehê jibo azadkirina wê ji lepê komên têrorîst ên ku Enqere pişta wan digire, destpê kirîye.

Artêşa Sûrîyê hevgavê pêşdaçûna li başûra parêzgeha Idlibê, opêrasyonek jî li rojava û başûra parêzgeha Helebê jibo ramalîna wan deverana ji têrorîstan destpê kirîye.

Artêşa Tirkîyê hin deverên bakura Sûrîyê dagir kirine.