Erdogan: Tirkîye rê nade Artêşa Sûrîyê hîç deverekê li Idlibê zevt bike
Sibat 04, 2020 14:34 Asia/Tehran
Serokomarê Tirkîyê pêgirî kir ku Enqere yê rê nede ku hêzên sûrî hîç deverekê li Idlibê zevt bikin.
Receb Teyîb Erdogan Serokomarê Tirkîyê ku leşkerên wî welatî bi awayekî neqanûnî li axa Sûrîyê bicih bûne, pêgirî kir ku Enqere yê rê nede ku hêzên sûrî hîç deveekê li Idlibê zevt bikin.
Ev gotinên Erdogan piştî wê hatin hilêxistin ku Artêşa Sûrîyê duh Duşemê bajarokê Neyrebê li rojhilata Idlibê xist bin kontrola xwe û pêngaveke din li himberî têrorîstên ku Enqere pişta wan digire pêşda çû û niha artêşa Sûriyê bi tenê heşt kîlometran ji Idlibê dûr in.