El-Mismarî: Pêkanîna agirbestê desteka Erdogan a bi terorê re eşkere kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312861-el_mismarî_pêkanîna_agirbestê_desteka_erdogan_a_bi_terorê_re_eşkere_kir
Berdevkê koma lîbyayî ya bi navê "Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê" Ehmed El-Mismarî got: Pêkanîna agirbestê desteka Erdogan a bi terorê eşkere kir û diyar kir ku serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ji bo pêkanîna çalakiyên xwe yên terorîst şirketeke ewlehiyê ava kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 04, 2020 08:34 Asia/Tehran
  • El-Mismarî: Pêkanîna agirbestê desteka Erdogan a bi terorê re eşkere kir

Berdevkê koma lîbyayî ya bi navê "Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê" Ehmed El-Mismarî got: Pêkanîna agirbestê desteka Erdogan a bi terorê eşkere kir û diyar kir ku serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ji bo pêkanîna çalakiyên xwe yên terorîst şirketeke ewlehiyê ava kir.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî di kongreyeke çapemeniyê de got: "Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê li gorî biryara agirbestê tevdigere da ku derfetekê ji bo çareseriya aştiyane bide û dijmin li pêşberî civaka navdewletî teşhîr bike."

El-Mismarî got: "Pêkanîna agirbest Erdogan ê destekê dide terorê, li pêşiya civaka navdewletîda nasandin."

El-Mismarî herwiha îdia kir ku "Erdogan armanc dikir ku 18 hezar terorîst bişîne Lîbyayê. Tirkiyê derdora 2 hezar endamên Cebhet El-Nusra di rêya balafirgehea Miêtîqa de anî Lîbyayê.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê di dewamê de got: "Erdogan şirketek ewlehiyê ava kir ku veguherî rêxistina îxwanan da ku çalakiyên xwe yên terorîst pêk bîne."

Di vê halî de wezîrê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavûşoglu şandina hêzên çekdar bo Lîbyayê înkar kir û bi tenê got Tirkiyê şêwirkarên leşkerî şandine Lîbyayê.

Dewleta Erdogan destekê dide Dewleta Wifaqa Nîştimanî ya Fayiz Sirac û ji bo vê yekê leşkerên tirk û çekdarên ku li Sûriyê şer dikin ên ku ji komên wekî Bereya El-Nusre û DAIŞê pêk hatine şandine Lîbyayê bona ku li dijî Koma bi navê Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê ya bin fermandariya Xelîfe Heftar şer bikin. 

Dewleta Wifaqa Nîştimanî ya bi serokatiya Fayiz Sirac ji aliyê NY bi fermî hatiye naskirin û dewletên wek Tirkiye û Qeter jê piştgiriyê dikin 

Artêşa Nîştimanî ya Lîbyayê ya bin fermandariya Xelîfe Heftar jî ji aliyê Misir, Eerebistan, Îmaretên Erebî û Behreynê tê piştgirîkirin. 

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî beriya niha rexne li helwêsta dewleta Tirkiyê derheq Lîbyayê girtibû û  gotibû: "Tirkiye sozên Konferansa Berlînê şikandin, Parîsê keştiyeke Tirkiyê ku çete derbasî Lîbyayê dikirin, şopand."

Konferansa Berlînê der barê Lîbyayê diyar kir ku divê qedexekirina çekan li Lîbyayê ku ji sala 2011`an ve hatiye ferzkirin, pêk were û desteka komên çekdar neyê kirin.