Erdogan: Em zêdekirina Kirîmê ser Rûsyayê qebûl nakin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312854-erdogan_em_zêdekirina_kirîmê_ser_rûsyayê_qebûl_nakin
Piştî zêdebûna rageşî û dijberiya navbera Tirkiyê û Rûsyayê li ser bakura Sûriyê, serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan got: Em zêdekirina Kirîmê ser Rûsyayê bi fermî qebûl nakin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 04, 2020 05:36 Asia/Tehran
  • Erdogan: Em zêdekirina Kirîmê ser Rûsyayê qebûl nakin

Piştî zêdebûna rageşî û dijberiya navbera Tirkiyê û Rûsyayê li ser bakura Sûriyê, serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan got: Em zêdekirina Kirîmê ser Rûsyayê bi fermî qebûl nakin.

Li gor malpera televîziyona dewleta Tirkiyê TRT, Erdogan duh ev gotin li press konferansa xwe ya bi serokomarê Ûkrayînê li Kiyefê paytexta vî welatî anî ziman .

Erdogan herwiha berdewamiya rewşa Idlibê li Sûriyê ji ber vê yekê da zanîn ku bûyerên li vê deverê li gor pîvanên rast nayên birêveberîkirin û îdia kir: Zêde ji milyonek aware li ber çavên Rûsyayê ber bi sînorên Tirkiyê ketine rê .

Serokomarê Tirkiyê bêyî ku balê bikişîne ser ketina neqanûnî ya hêzên vî welatî nav axa Sûriyê û dagîrkirina gelek deverên vî welatî û piştgiriya dewleta Tirkiyê ji terorîstan, îdia kir: Êrişa artêşa Sûriyê ser Idlibê bû sedem ku 8 kes jiyana xwe ji dest bidin ku 5 ji wan leşkerên Tirkiyê û 3 kes jî sivîl bûn.

Erdogan herwiha gef li dewleta Sûriyê xwar û got: Rejîma Sûriyê wê bersiva van kiryarên xwe bide.

Erdogan herwiha îdia kir ku hêzên Sûriyê gişt peyman û rêketinname binpê kirine û êrişî ser postên lêgerîn û çavdêriyê yên Tirkiyê kirine .

Duh ser sibeyê wezareta berevaniya Tirkiyê ragihand ku 13 leşkerên Tirkiyê li devera kêmkirina pevçûnan di encama êrişa artêşa Tirkiyê ser Idlibê birîndar bûn.