Serokkomarê Tirkiyê: Me nêzîkî 40 cihên eskerî yên Sûriyê kirin armanc
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312843-serokkomarê_tirkiyê_me_nêzîkî_40_cihên_eskerî_yên_sûriyê_kirin_armanc
Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê beriya sefera Ukraynê bal kişand ser êrişên artêşa Sûriyê ser karwanê eskerî yên artêşa Tirkiyê û diyar kir: Me nêzîkî 40 cihên eskerî yên Sûriyê kirin armanc, êriş didomin. Bila rûs pêşiya van operasyonan negrin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 03, 2020 12:46 Asia/Tehran
  • Serokkomarê Tirkiyê: Me nêzîkî 40 cihên eskerî yên Sûriyê kirin armanc

Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê beriya sefera Ukraynê bal kişand ser êrişên artêşa Sûriyê ser karwanê eskerî yên artêşa Tirkiyê û diyar kir: Me nêzîkî 40 cihên eskerî yên Sûriyê kirin armanc, êriş didomin. Bila rûs pêşiya van operasyonan negrin.

 Li gorî rapora Kurd Press`ê, Receb Teyib Erdogan, serokkoamrê Tirkiyê beriya çûyîna bo Ukraynê li hevpeyvîna xwe ya rojnamevaniyê bal kişand ser êrişa artêşa Sûriyê ser karwanê eskerî yê artêşa Tirkiyê li Idlibê û diyar kir: Çar eskerên artêşa Tirkiyê li van  êrişan hatine kuştin û neh eskerên din jî birîndar bûn. Tirkiyê bersiva van êrişan bi micidî daye. Bersiva van êrişan didomin. Kesên ku bixwezin viyan û îradeya Tirkiyê biceribînin, dê bi şaştiya xwe bihesin.

 Li gor nîvîsîna rojnama Haberturkê, Erdogan di dewama gotinên xwe de destnîşan kir: Operasyona  eskerî li bersiva van êrişan didome û niha nêzîkî 40 eskerêna artêşa Sûriyê dane ber êrişan.