Hevserokê HDPê: Îsraîl bi çîmentoya Tirkiyê dîwar lê dike
Sibat 02, 2020 14:11 Asia/Tehran
Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) dibêje, asta bazirganiya Tirkiyê ligel Îsraîlê 10 qat zêde bûye û ew çementoya Îsraîl pê dîwêr li derdora Filistînêlê dike, ji Tirkiyê diçe.
Sezai Temelli, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mûşê di kongreya partîya xwe de rexneyên tund li desthilata AKP girtin û got: “Di dema desthilata AKPê de asta bazirganiya Tirkiyê ligel Îsraîlê 10 qatan zêdetir bûye.”
Sezaî Temellî got, “Dibêjin simîtê difroşin, pereyan qezenc dikin. Îsraîl bi wê çementoyê dîwêr li derdora Filistînê lê dike.”
Hevserokê HDPê herwiha dibêje, “Ev xapandina xelkê ye, madem dewleta Îsraîlê şermezar dikî, hemû girêbestên xwe yên ligel Îsraîlê rawestîne.”