Hevserokê HDPê: Îsraîl bi çîmentoya Tirkiyê dîwar lê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312817-hevserokê_hdpê_Îsraîl_bi_çîmentoya_tirkiyê_dîwar_lê_dike
Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) dibêje, asta bazirganiya Tirkiyê ligel Îsraîlê 10 qat zêde bûye û ew çementoya Îsraîl pê dîwêr li ‎derdora Filistînêlê dike, ji Tirkiyê diçe.‎
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 02, 2020 14:11 Asia/Tehran
  • Hevserokê HDPê: Îsraîl bi çîmentoya Tirkiyê dîwar lê dike

Hevserokê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) dibêje, asta bazirganiya Tirkiyê ligel Îsraîlê 10 qat zêde bûye û ew çementoya Îsraîl pê dîwêr li ‎derdora Filistînêlê dike, ji Tirkiyê diçe.‎

Sezai Temelli, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Mûşê di kongreya partîya xwe de rexneyên ‎tund li desthilata AKP girtin û got: “Di dema desthilata AKPê de asta bazirganiya Tirkiyê ligel ‎Îsraîlê 10 qatan zêdetir bûye.”‎

Sezaî Temellî got, “Dibêjin simîtê difroşin, pereyan qezenc dikin. Îsraîl bi wê çementoyê dîwêr li derdora ‎Filistînê lê dike.”‎

Hevserokê HDPê herwiha dibêje, “Ev xapandina xelkê ye, madem dewleta Îsraîlê şermezar dikî, hemû ‎girêbestên xwe yên ligel Îsraîlê rawestîne.”