CHP ji hikûmeta Tirkîyê xwest: Elezîzê weke Devera Karesatlêketî ragihînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312809-chp_ji_hikûmeta_tirkîyê_xwest_elezîzê_weke_devera_karesatlêketî_ragihînin
Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkîyê dema seredana deverên erdhejlêketî yên Elezîzê ji Serokomarê Tirkîyê xwest ku Elezîzê weke Devera Karesatlêketî ragihînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 02, 2020 12:42 Asia/Tehran
  • CHP ji hikûmeta Tirkîyê xwest: Elezîzê weke Devera Karesatlêketî ragihînin

Serokê Partîya Komarxwaz a Gel (CHP) a Tirkîyê dema seredana deverên erdhejlêketî yên Elezîzê ji Serokomarê Tirkîyê xwest ku Elezîzê weke Devera Karesatlêketî ragihînin.

Bidû erdheja bi giranîya 6.8 rîştêrî li parêzgeha Kurdnişîn a Elezîz a Tirkîyê, Parlimanterê CHP li Parlimana Tirkîyê Gursel Erol amajeyî dewama qeyranê li Elezîzê kiribû û gotibû: '' Elazig divê zûka weke Devera Karesatlêketî were ragihandinê. Jibo ku zîyan li Elazigê asayî bibe divê gellek pêngav bên rakirinê ku ya yekem ragihandina Elazigê weke Devera Karesatlêketî ye.''

Bidû wê daxwazê, îro jî Kemal Kiliçdaroglu Serokê CHP seredana Elezîzê kir û ji nêzîk va rewşa herêmê ya piştî erdhejê şopand û pêgirî kir ku Elazig divê Devera Karesatlêketî were ragihandinê û got: '' Min ji vir ve ser navê 82 milyon welatîyên Tirkîyê peyamek jibo Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogîn heye. Me derbarê ragihandina Elazigê weke Devera Karesatlêketî planek raber kirîye. Heke hûn dixwazin xwe wê planê li Meclisê hilêxin, çi lê nayê, em dê pişta plana we bigirin. Ez bi awayekî zelal û jidilucan dibêjim; Elezîzê weke Devera Karesatlêketî ragihînin.''