Demirtaş: AKP hewil dide pêşîya yekitîya partîyên opozosyona Tirkîyê bigire
Hevserokê berê yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) got: Partîya Dad û Geşepêdanê (AKP) hewil dide nehêle yekitî di navbera partîyên opozosyona Tirkîyê de pêk were.
Selahedîn Demirtaş Hevserokê berê yê HDP di hevpeyvîna digel Rojnama Yeni Yaşamê de ji zîndana Edirnê va got: ''Partîyên opozosyonê yên Tirkîyê dema ku mesele tê ser Kurdan, himberî sîyasetên şerxwazîyê yên hikûmetê bi heceta ``mayin û parastina netewî`` bêdeng dimînin û heta pişta wê digirin. Lê, heman opozosyon dema ku mesele tê ser Lîbîyê dijî sîyasetên şerxwazîyê derdikeve.Eva dijhevîtîyeke aşkira di isûlan de ye. Neyarîya himberî şêrr divê li her derî were şopandin.''
Demirtaş di dewamê de pêgirî kir ku hikûmeta AKP hewil dide pêşîya yekitîya partîyên opozosyona Tirkîyê bigire û dîyar kir:'' HDP divê nemaze li parêzgehên rojavaya Tirkîyê dest bi xwenasandina zelal bike. Heke bikare vî karî bi awayekî berdewam û bibandor bike, wê demê opozosyon dê bikare bi rehetî li rex HDP cih bigire. Opozosyon jî divê hevkarîya bi hDP ra bi awayekî zelal, cesûrane û şefaf bişopîne û êrişên AKP yên ser HDP pûç bike.''
Demirtaş di hevpeyvîna digel Rojnama Arti Gerçekê de jî amajeyî kîna kûr a Erdoganê Serokomarê Tirkîyê himberî Kurdan kir û got: ''Diqewime Erdogan jibo jinavbirina destkevtên Kurdên Sûrîyê bi Bişar Esed Serokomarê vî welatî re lihev were.''
Demirtaş amajeyî hevdîtina vê dawîyê ya Hakan Fîdan Serokê MIT`ê digel desteyeke Şamê li Moskowê jî kir û got: '' Ew cure hevdîtin ji bo tu kesî ne ecêb in. Erdogan sîyasetvanek e ku pişta xwe dikute berjewendîyên xwe. Dikare bi Esed re hevdîtinê pêk bîne û lihev were. Wê rêkevtin û lihevkirinê jî bi merema girtina pêşîya destkevtên Kurdan dike.''