Erdogan gefa êrişa ser Sûrîyê xwar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312766-erdogan_gefa_êrişa_ser_sûrîyê_xwar
Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan derbarê alûgurên Idliba Sûrîyê de got: Her karê ku pêwîst be, heta bikaranîna hêza leşkerî, em dê bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 01, 2020 04:27 Asia/Tehran
  • Erdogan gefa êrişa ser Sûrîyê xwar

Serokomarê Tirkîyê Receb Teyîb Erdogan derbarê alûgurên Idliba Sûrîyê de got: Her karê ku pêwîst be, heta bikaranîna hêza leşkerî, em dê bikin.

Ligorî rapora Ajansa Nûçan a Anadoluyê, Erdogîn herwiha got: Enqere xwazyarê pêkanîna istiqrarê li Sûrîyê ye û em dê her karê pêwîst be, heta bikaranîna hêza leşkerî, bikin. 

Wî herwiha got: Em qet nikarin himberî rewşa Idlibê û deverên din ên Sûrîyê bêdeng bin.

Serokomarê Tirkîyê herwiha got: Sûrîyê êrişên li Idlibê zêde kirine. Me bi Ûrsêtê re lihevkirinameyek jibo girtina pêşîya êrişên ser Idlibê û piştgirîya ji istiqrarê û rêçareya sîyasî li Sûrîyê wajo kir lê, ew lihevkirina pêngav bi pêngav ji hêla Sûrîye û Ûrsêtê va tê binpêkirinê.

Erdogîn herwiha got: Tenha rêçareya qeyrana Sûrîyê, cihanîna lezgîn û dadperwerane ya demajoya sîyasî ku hemî welatîyên sûrî digire ber xwe.

Ev gotinên Erdogîn di halekî da ne ku Berdevkê Serokomartîya Ûrsêtê Dîmîtrî Peskov got: Moskowê sozên têkildarî Idlibê tam cih anîne û yê bîne jî.

Wî herwiha got: Idlib hela jî cihê kombûna hejmareke zêde ya têrorîstan e.