Erdogan: Qudis ya firotinê nîne, “Danûstandina Sedsalê” proja dagîrkerî ye
Serokomarê Tirkiyê Receb Teib Erdogan şeva borî plana Amerîkî-Siyonîstî ya “Danûstandina Sedsalê” şermezar kir û got: Qudis ya firotinê nîne.
Li gor Fars Newsê, Erdogan bi sekinîna ser vê yekê ku Qudis ya firotinê nîne got: “Danûstandina Sedsalê” proja dagîrkerî ye.
Serokomarê Amerîkayê Donald Trûmp roja sêşemê li cem serokwezîrê Rejîma Siyonîstî Benyamîn Netanyahu li Koşka Sipî hûrgiliyên pana xwe ya bi navê “Danûstandina Sedsalê” ku planeke tam li dijî mafên filistîniyan e eşkera kir.
Ev plana Trump bi hevkariya hin welatên erebî yên wekî Erebistan, Behreyn û Îmaretê amade bûye û bi rê ve diçe. Li gor vê planê Quds bitûm pêşkêşî Rejîma Îsraîlê bûye û Mafê berxwedanê û vegerîna awareyên filistînî bo malên xwe tam ji filistîniyan hatiye standin û bajarokên siyonîstan di nav axa Filistîniyan dimînin û ew ser axa dagîrbûyî zêde dibin û Filstînî bi tenê li erdên din ên mayî li qiraxa rojava Çemê Urdinê û Zîvala Xezê dikare pêk were.
Gelek ji welatên cîhanê û rêxistinên navneteweyî û rayedarên siyasî û olî yên misilmanan ev plana qirêj şermezar kirin.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê Hesen Ruhanî çarşemê êvarê plana Amerîkî-Siyonîstî ya “Danûstandina Sedsalê”, plana herî bi nefret da zanîn û diyar kir ku Amerîka bi planên wiha eşkera kir ku piştgirê sereke yê cinayetên siyonîstan e.