El-Mismarî: 2 keştiyên şer ên Tirkiyê gihêştin Terablusê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312718-el_mismarî_2_keştiyên_şer_ên_tirkiyê_gihêştin_terablusê
Berdevkê koma bi navê "Artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê" Ehmed El-Mismarî ragihand ku 2 keştiyên şer yên Tirkiyê û moşekên li dijî balafiran û sîstemên parastina asmanî gihêştin berava Terablusê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 30, 2020 11:51 Asia/Tehran
  • El-Mismarî: 2 keştiyên şer ên Tirkiyê gihêştin Terablusê

Berdevkê koma bi navê "Artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê" Ehmed El-Mismarî ragihand ku 2 keştiyên şer yên Tirkiyê û moşekên li dijî balafiran û sîstemên parastina asmanî gihêştin berava Terablusê.

El-Mismarî di civîneke çapemeniyê de diyar kir dewleta Tirkiyê 3 hezar çete ji Sûriyê birin Lîbyayê û Enqere “terora xeternak” bi rêya balafirgehên Misrat û Miyêtiqiyê û bendera Terablusê digihîne Lîbyayê.

Serokê Fransayê Emmanuel Macron beriya niha wiha gotibû: "Tirkiye sozên Konferansa Berlînê şikandin, Parîsê keştiyeke Tirkiyê ku çete derbasî Lîbyayê dikirin, şopand."

Konferansa Berlînê der barê Lîbyayê diyar kir ku divê qedexekirina çekan li Lîbyayê ku ji sala 2011`an ve hatiye ferzkirin, pêk were û desteka komên çekdar neyê kirin.

 Tirkiyê ji dewleta Wifaqa Nîştîmanî ya Lîbyayê bi serokatiya Fayiz Sirac ku NY ew bi fermî nas kiriye, piştgiriyê dike.

Tirkiyê li heftiyên derbasbûyî li bara kiryara şandian hêzan bo Lîbyayê agahî dabû lê piştî liadrxistina konferansa 19 Çilla Berlînê û berpirsiyariya beşdaran bona rawestandina piştgiriya eskerî ji aliyên têkildar li Lîbyayê, Mewlûd Çawûşoglu wezîrê derve yê Tirkiyê, her cure şandina hêzan bo Lîbyayê red kir û rîdia kir ku Enqerê  hêzêneskerî neşandiye Lîbyayê belkî hêzên Tirkiyê rola şêwirkariyê dikin.