Rexnegirtina Tirkiyê û Fransayê ji hevdu ji ber mudaxileya li karûbarên Lîbyayê
Tirkiyê derheq mudaxileya li karûbarên Lîbyayê Fransa Hişyar kir. Di vê navberê de serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron got: Tirkiye sozên xwe derheq Lîbyayê binpê dike.
Li gor ajansa Anadoluyê, wezareta derve ya Tirkiyê duh bi weşandina daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ger Fransa aştiyê li Lîbyayê dixwaze bila dest ji piştgiriya Xelîfe Heftar fermandeyê Hêzên bi navê "Artêşa Nîştîmanî ya Lîbyayê" berde.
Xelîfe Heftar ji aliyê Erebistan, Misir, Urdin, Sûdan û hin welatên Rojavayê ku Fransa yek ji wan e tê piştgirîkirin û hêzên wî ji Avrîla 2019 biryar daye ku Terablusê paytexta Lîbyayê ji bin destê "Dewleta Wifaqa Nîştîmanî" ya bi serokatiya Fayiz Sirac derxîne. Tirkiyê zêde ji 2000 leşkerên xwe û gelek ji çeteyên ku li Sûriyê pê re şerê kurdan dike bona piştgiriya ji Fayiz Sirac şandine Lîbyayê.
Di vê navberê de serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron di civîneke çapemeniyê de ya bi Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis re li Parisê got: "Tirkiyê sozên li kongreya Berlînê derheq Lîbyayê dane binpê kirin. Di rojên dawî de me keştiyên Tirkiyê yên tijî çeteyên Sûriyê ku gihêştin Lîbyayê belge kirin."
Macron herwiha got: "Fransa di mijara serxwebûna sînorên deryayî piştgirî dide Yewnanistan û Qibrsê. Em carek din lihevkirina di navbera Tirkiye û hikûmeta Wîfaq a Lîbyayê şermezar dikin."
Macron beriya viya diyar kir ku ew ji çûna çekdarê ji Sûriyê û biyanî bo nav Terablusê li Lîbyayê bi fikar e û banga bidawîbûna wê bi awayekî yekser kir.