Deh geştyarên çînî yên gumanbarê nexweşiya Koronayê li Tirkiyê hatine razandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312653-deh_geştyarên_çînî_yên_gumanbarê_nexweşiya_koronayê_li_tirkiyê_hatine_razandin
Deh geştyarên çînî û du welatiyên Tirkiyê yên gumanbarê nexweşiya Koronayê li nexweşxana dewletî ya bajarê Aksarayê hatine razandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 28, 2020 13:14 Asia/Tehran
  • Deh geştyarên çînî yên gumanbarê nexweşiya Koronayê li Tirkiyê hatine razandin

Deh geştyarên çînî û du welatiyên Tirkiyê yên gumanbarê nexweşiya Koronayê li nexweşxana dewletî ya bajarê Aksarayê hatine razandin.

 Li gorî rapora IRIB News`ê, dermankirina van kesana li nexweşxana dewletî ya vî bajarî didome. 

 Van deh geştyarên çînî  bi toreke geştyariyê bo seredana ji navça Kapadokyayê hatibûn parêzgeha Aksarayê. 

 Duh jî li bajarê Îzmîrê nexweşeke gumanbarê tûşbûna bi vîrûsa Koronayê çû Qerentîneya yek ji nexweşxanên vî bajarî. 

 Komîsyona tendrustiya neteweyî ya Çînê li daîn rapora xwe hejmara tûşbûyiyên bi vê vîrûsê, 4515 kes û  hejmara goriyên vê vîrûsê 107 kes li seranserê vî welatî raghand.