21 leşkerî li Enqerê bi mihaneya pêwendiya bi Darbeya Leşkerî hatin girtin
Dozgerê Enqerê paytexta Tirkiyê hikmê girtina 21 leşkeriyan da, bi tometbariya beşdariya wan di darbeya bê encam a 2016 de û pêwendiya wan bi Fetullah Gulen (FETO) re.
Li gor nûçeya IRIB Newsê, di encama operasiyona polîsê Tirkiyê de 10 kes ji wan 21 kesana hatin girtin û operasiyon ji bo girtina 11 kesên din jî berdewam dike.
Tê îdiakirin ku van kesan ji bo pêwendiya bi endamên Tevgera Gulen (FETO) re yên ku tawanbarên sereke yên beşdarê Darbeya bê encam in ji bernama ByLockê îstifade kirine.
Ji dema Darbeya bê encama ya 15 Tîrmeha 2016 heya niha bi dehan hezar kes ji pêkhateyên curbicur li Tirkiyê hatine girtin û zêde ji 120 hezar kesên wan ji kar hatine dûrxistin û gelek ji wan jî ketine zîndanan.
Dewleta Tirkiyê ya bi serokatiya Erdogan îdia dike ku Fetullah Gulen û piştgirên wî bi çûyîna di nav teşkîlatên curbicur de yên wekî artêş, polîs, hêzên ewlehiyê, dadwerî ,teşkîlata perwerdehî û fêrkarî, zanîngeh û rêxistinên dewletê darbeya 2016 organîzekirin. Lê belê Gulen bi caran ev îdiaya red kiriye û ev darbeya hanê karê dewleta Tirkiyê û Erdogan daye zanîn daku bi mihaneya wê dijberên xwe ji holê rake.