Goriyên erdheja Tirkiyê gihêştine 40 kesan
Piştî derbasbûna 3 rojan ji erdheja Elezîqa Tirkiyê hejmara goriyan zêde bûn û gihêştine 40 kesan.
Li gorî rapora Tesnîmê, gor bingehên nav Tirkiyê , Piştî derbasbûna 3 rojan ji erdheja Elezîqa Tirkiyê hejmara goriyan zêde bûn û gihêştine 40 kesan .
Beriya vêya Navenda Rêvebriya Qeyranê û rewşa awarte ya Tirkiyê hejmara candayiyên erdheja 6.8 rîşterî li rojhilata vî welatî 31 kes dabû zanîn.
Hevdem wezîrê karên hundir ê Tirkiyê got: Piştî erdheja roja Îniyê heta niha 678 Paş-erdhej hatine ku 20 babet ji wan zêdetir ji 4 rîşterî bûne.
Silêman Soylû her wiha got: Heta niha komên alîkarîgihandin û filitandinê karîne 45 kesan ji bin kavilan bifilitînin.
Erdhejek bi mezinahiya 6.8 rîşterî êvara Îniyê li parêzgeha Elezîzê (Elazîx) li rojhilata Tirkiyê û di kûrahiya 6.75 kîlometriya erdê da qewimî.
Navenda sereke ya vê erdhejê şaristana Sîvirceyê ya Elezîzê hatiye ragihandin.