Hejmara goriyên erdheja li Tirkiyê zêde bû
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312610-hejmara_goriyên_erdheja_li_tirkiyê_zêde_bû
Hejmara goriyên erdheja Tirkiyê gihîşte 36 kesî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 27, 2020 04:14 Asia/Tehran
  • Hejmara goriyên erdheja li Tirkiyê zêde bû

Hejmara goriyên erdheja Tirkiyê gihîşte 36 kesî.

Li gorî rapora IRNAyê, Fuad Aktay, Alîkarê serokomarê Tikriyê got: Hejmara kuştiyên erdheja 6.8 rîşterî ya li vî welatî gihîştiye 35 kesî.

Beriya vêya Navenda Rêvebriya Qeyranê û rewşa awarte ya Tirkiyê hejmara candayiyên erdheja 6.8 rîşterî li rojhilata vî welatî 31 kes dabû zanîn.

Hevdem wezîrê karên hundir ê Tirkiyê got: Piştî erdheja roja Îniyê heta niha 678 Paş-erdhej hatine ku 20 babet ji wan zêdetir ji 4 rîşterî bûne.

Silêman Soylû her wiah got: Heta niha komên alîkarîgihandin û filitandinê karîne 45 kesan ji bin kavilan bifilitînin.

Erdhejek bi mezinahiya 6.8 rîşterî êvara Îniyê li parêzgeha Elezîzê (Elazîx) li rojhilata Tirkiyê û di kûrahiya 6.75 kîlometriya erdê da qewimî.

Navenda sereke ya vê erdhejê şaristana Sîvirceyê ya Elezîzê hatiye ragihandin.