Hejmara goriyên erdheja li Tirkiyê zêde bû
Hejmara goriyên erdheja Tirkiyê gihîşte 36 kesî.
Li gorî rapora IRNAyê, Fuad Aktay, Alîkarê serokomarê Tikriyê got: Hejmara kuştiyên erdheja 6.8 rîşterî ya li vî welatî gihîştiye 35 kesî.
Beriya vêya Navenda Rêvebriya Qeyranê û rewşa awarte ya Tirkiyê hejmara candayiyên erdheja 6.8 rîşterî li rojhilata vî welatî 31 kes dabû zanîn.
Hevdem wezîrê karên hundir ê Tirkiyê got: Piştî erdheja roja Îniyê heta niha 678 Paş-erdhej hatine ku 20 babet ji wan zêdetir ji 4 rîşterî bûne.
Silêman Soylû her wiah got: Heta niha komên alîkarîgihandin û filitandinê karîne 45 kesan ji bin kavilan bifilitînin.
Erdhejek bi mezinahiya 6.8 rîşterî êvara Îniyê li parêzgeha Elezîzê (Elazîx) li rojhilata Tirkiyê û di kûrahiya 6.75 kîlometriya erdê da qewimî.
Navenda sereke ya vê erdhejê şaristana Sîvirceyê ya Elezîzê hatiye ragihandin.