Erdheja Xarpêtê: Hejmara mirî û birîndaran zêde bû
Çile 26, 2020 10:03 Asia/Tehran
AFAD'ê ragihand ku hejmara mirovên ji ber erdheja li Xarpêrtê jiyana xwe ji dest dane bû 31 kes.
Hejmara mirovên ji ber erdheja l i navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê bi dijwariya 6.8 pileyî rû da zêde bû.
AFAD'ê li ser mijarê daxuyaniyek da û diyar kir ku heta niha 31 kesî ji ber erdhejê li Xarpêt û Meletiyê jiyana xwe ji dest dane. Hate ragihandin ku 45 kes jî ji binê xirbeyan hatine derxistin. Li Xarpêt, Meletî, Mereş, Amed, Riha, Semsûr û Êlihê 1.607 kes birîndar bûn.
Piştî erdheja mezin 599 caran erdhejên biçûk li herêmê rûd an.
Di daxuyaniya AFAD'ê de li ser rewşa dawî ev agahî hatin parvekirin:
* 72 avahî hilweşiyan
* Xisareke giran li 514 avahiyan bû
* Di asta kêm û navîn de xisar li 409 avahiyan bû