Dewleta Tirkiyê li rojavayê Girê Sipî dîwarê parçekirinê lê dike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312595-dewleta_tirkiyê_li_rojavayê_girê_sipî_dîwarê_parçekirinê_lê_dike
Dewleta Tirkiyê ku bakura Sûriyê dagir kiriye ji bo herêmên Girê Sipî û Kobanê ji hev qut bike, dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 26, 2020 09:27 Asia/Tehran
  • Dewleta Tirkiyê li rojavayê Girê Sipî dîwarê parçekirinê lê dike

Dewleta Tirkiyê ku bakura Sûriyê dagir kiriye ji bo herêmên Girê Sipî û Kobanê ji hev qut bike, dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê kir.

Mîna Efrînê, dewleta Tirkiyê û çeteyên wê ji bo armancên xwe di parçekirina xaka Sûriyê de pêk bînin û tev li xaka Tirkiyê bikin, li rojavayê Girê Sipî dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê kir.  

Çavkaniyên nûçan ên kurdên Sûriyê diyar kirin: Dewleta Tirkiyê a dagirker di navbera gundê Kendalê û Celebê yên 1 km dikeve başûrê sînorê Tirkiyê dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê kir da ku dîwar bigihîne dîwarê li ser sînor. 

Çavkaniyên hanê dibêjin: Dewleta Tirkiyê li rojavayê Girê Sipî û rojhilatê Kobanê dîwar 14 km dûrî bajarê Girê Sipî lê dike.

Her wiha dewleta Tirkiyê û çeteyên wê  dibistanên gundên sivîlên ku bi darê zorê neçarî koçberiyê bûne ji xwe re kirine baregehên leşkerî. Tevgera çeteyên dewleta Tirk li gundên Kendalê, Bîr Temih, Celebê û Evdiko ya Mezin, vê yekê diyar dike.

Dewleta Tirkiyê ya dagirker 18`ê Nîsana 2019`an bi armanca qutkirina Efrînê ji xaka Sûriyê û tevlêkirina wê ji wîlayeta Hatay a Tirkiyê re dest bi lêkirina dîwarê parçekirinê kir. Lêkirina dîwarê parçekirinê li rojavayê Girê Spî niyeta dagirkirin, projeyên parçekirina xaka Sûriyê û tevlêkirina wê ji xaka Tirkiyê re, diyar dike.