Erdoxan û Mêrkêlê mijarên Lîbî û navçeyê hilkolandin
Erdoxên di civîna tev Mêrkêlê da got: Me pêwendiyên dualî, mijarên navçeyê nemaze Sûriye û Lîbiyê gotûbêj kirine.
Li gorî rapora ajansa Anatoliyê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê di civîna nûçeyî ya tev Mêrkêla serokwezîra Almanyayê li Stenbûlê got: Ez Fayîz Sirac, serokê Konseya Serkatiyê ya Dewleta Tifaqa Neteweyî ya Lîbiyê tenê nehêlim û pişta wî bigirim.
Wî tevî amajeya bi têkilliya kevn a Tirkiye digel Lîbiyê got: Çekdarên Tirkiyê dê fêrkirina leşkerî li Lîbiyê bidomînin.
Erdoxên tevî amajeya bi vêya ku çareserkirina nakokiyan bi rêya siyasî jibo Enqere û Bêrlînê ra girîng e, got: Tirkiye û Almanya derbarê mijara Koçberiyê beşeka mezin a barê Ewropayê dane ser milê xwe.
Mêrkêlê jî got: Me derbarê Sûriyê axivî û divê hewil bidin ku agirbesa lawaz li Lîbiyê mayînde bibe.