Tirkiyê ji ber piştevaniya leşkerî ya Amerîka û Ewropayê ji PKK'ê rexne kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312540-tirkiyê_ji_ber_piştevaniya_leşkerî_ya_amerîka_û_ewropayê_ji_pkk'ê_rexne_kir
Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê ragihand: Ewropa û Amerka bi salan e ku ji xebata PKK'ê rexne dikin, lê hema wisa alîkariya leşkerî û çekan bo wê didomînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 24, 2020 13:18 Asia/Tehran
  • Tirkiyê ji ber piştevaniya leşkerî ya Amerîka û Ewropayê ji PKK'ê rexne kir

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê ragihand: Ewropa û Amerka bi salan e ku ji xebata PKK'ê rexne dikin, lê hema wisa alîkariya leşkerî û çekan bo wê didomînin.

Li gorî rapora Anadulo Newsê, Silêman Soylû, Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê roja Îniyê di civîna ewropî ya Têkoşîna dijî qaçaxa madeyên hişber li Antalyaya Tirkiyê got: Pêwendiya Amerîka û Ewropayê digel PKK'ê nayê famkirin û ewna tevî piştevaniya ji wê, rexneyan li kiryarên wê digirin."

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê wiha îdia kir ku "Amerîka û Ewropa piştevaniya aborî, dabînkirina çekan û dayîna penabertiyê bo endamên PKK'ê ji ber vê yekê nadin rawestandin û qaçaxa madeyên hişber ji aliyê wan va berçav nagirin ku PKK li avn welatan êrîşên têrorîstî cih nayne."

Silêman Soylû di dewamê da nearamî, şerên bi nûneratî û tundî li Rojavaya Asyayê sebeba zêdebûna ticareta madeyên hişber û Koçberiyê da zanîn.

Wezîrê Karên Hundir ê Tirkiyê têkildarî operasiyona hêzên ewlehiyê yên vî welatî di warê têkoşîna dijî madeyên hişber da jî got: Sala 2019an 148 hezar operasiyon li seranserî Tirkiyê pêk hatine û piştî ji 25 hezar kes jî hatine girtin.