Demirtaş ''lmapa kesk'' nîşanî Dawûdoglu û Babacan da
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i312515-demirtaş_''lmapa_kesk''_nîşanî_dawûdoglu_û_babacan_da
Hevserokê berê yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) amajeyî damezirandina partîya nû ji hêla Ehmed Dawûdoglu Serokwezîrê berê yê Tirkîyê û hewildanên Elî babacan Wezîrê berê yê Abora Tirkîyê jibo damezirandina partîyeke nû li Tirkîyê kir û got: ''Derîyên HDP ser hevkarîya siûlî û dêmokiratîk da ne girêdayî ne.''
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 23, 2020 14:26 Asia/Tehran
  • Demirtaş ''lmapa kesk'' nîşanî Dawûdoglu û Babacan da

Hevserokê berê yê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) amajeyî damezirandina partîya nû ji hêla Ehmed Dawûdoglu Serokwezîrê berê yê Tirkîyê û hewildanên Elî babacan Wezîrê berê yê Abora Tirkîyê jibo damezirandina partîyeke nû li Tirkîyê kir û got: ''Derîyên HDP ser hevkarîya siûlî û dêmokiratîk da ne girêdayî ne.''

Selahedîn Demirtaş Hevserokê berê yê HDP li zîndana Edirnê di bersiva pirsên rojnamevanê Tukenmez Haberê de amajeyî damezirandina partîya nû ji hêla Ehmed Dawûdoglu Serokwezîrê berê yê Tirkîyê û hewildanên Elî babacan Wezîrê berê yê Abora Tirkîyê jibo damezirandina partîyeke nû li Tirkîyê kir û got: ''Eva ku rêvebirên partîyên nû ku tên damezirandinê çi qasî rastbêj in, têkilîya xwe bi me re tineye. Em dê li plan û karên wan mêze bikin. Heke bikaribin alîkarîyê bidin derbasbûna nav qonaxa dêmokirasîyê bikin û piştgirîya civakî hebin, helbet ku yê cihê xwe di sîyasetê de peyda bikin. Em jî dê ser vî esasî nirxandinên xwe bikin. Em nika tenê temaşe dikin û demajoyê dişopînin. Em dê sîyaseta xwe ligorî alûgurên ku diqewime pêş werin, kivş bikin.''

Demirtaş herwiha got: ''HDP jî demajoyê bi hemî hûrgilîyên wê dişopîne.Karên rêvebirên partîyên nû dê kivş bikin ka em têkilîyeke çawan bi wan re daynin. Lê mijarek tam kivş e û ew jî eva ye ku derîyên HDP ser hevkarîya isûlî û dêmokiratîk da ne girêdayî ne. Ligorî nêrîna min karê rast û durist jî hema eva ye.''